EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja telefûnî ya wezîrê karên derve yê Îran û Almanyayê li bara Heleb û rêketina navokî

Wezîrên karên derve yên Îran û Almanyayê li gotûbêja xwe ya telefûnî li bara alûgorên Heleb û rêketina navokî ya di navbera Îran û grûpa 5+1 gotûbêj kirin.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îran û Firank Ştayînmayêr  wezîrê karên derve yê Almanyayê li gotûbêja xwe ya telefûnî ya îro pêncşemê li bara alûgorên Heleb û rêketina navokî ya di navbera Îran û grûpa 5+1 gotûbêj kirin.

Zerîf eva çend roj in ku bi riya telefûnê tev karbidestên welatên din ên cîhanê li bara alûgorên Sûriyê diaxive.

Zerîf ji roja çarşemê heta niha sê caran tev wezîrê karên derve yê Tirkiyê, carek tev wezîrê karên derve yê Rûsiyayê û carê jî tev wezîrê karên derve yê Sûriyê li bara rewşa Helebê gotûbêj kir.

Zerîf û Lavrov herwisa li bara siyasetên Amerîka yên binpê kirina rêketinnama navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 jî gotûbêj kir.

Obama serokkomarê Amerîka îro pêncşemê îzna dirêjbûna boykotên dijî Îranê da, lê li kiryareke ecêb qanûna îcrakirina boykotên dijî Îranê îmza nekir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu