IraqNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja wezîrê karên derve yê Iraqê bi sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereban re

Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê, roja sêşemiyê li kêleka civînên Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li Newyork`ê, bi Ehmed Ebulxêyz, sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereban, alûgorên herî dawîn ên navçeya Rojhilata Navînê, riyên wegerîna ewlehî û aramiyê bo vê navçeyê û parastina berjewendiyên welatên erebî, hilkolandin.

Îbrahîm Ceferî û Ehmed Ebûlxêyz, di vê hevdîtinê de li ser pêwîstiya rola çalak a Yekîtiya Ereban li dewama gotûbêjên di navbera welatên erebî de û nêzîk û yekalîkirina nihêrînan sekinîn.

Di vê hevdîtinê de herwiha her du welat, xwestin ku rewşeka pêbaweriyê pêk were û herwiha xwestin ku li ref û rêzên ereban, bona sekinîna li hember pirsgirêkên hevpar, hevkarî hebe û ew yekgirtîbûn û hevdiliya xwe ji bo vî karî, biparêzin.

Terorîstên DAIŞ`ê di sala 2014`an de nêzî sê-yekek ji axa Iraq ku navçeyên curbicur digirin ber xwe dagîr kirin, lê artêş û hêzên gelanî yên Iraqê karîn gellek navçeyan ji bin lepên terorîstan azad bikin û operasyona azadkirina Mûsilê jî dikare derbeya dawîn a li DAIŞ`ê bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu