ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja wezîrên berevaniya Îranê û Rûsiyayê li bara Helebê

Wezîrên berevaniya Îranê û Rûsiyayê li gotûbêjên xwe yên telifûnî li bara rewşa Helebê piştî azadiya ji destê terorîstan û şerê perate perate di nav vî bajarî gotûbêj kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, General Sergeyî Şoygo û Serdar Sertîp Pasdar Husên Dêhqan wezîrê berevaniya Îranê ji riya telifûnê li bara alûgorên Helebê piştî azadiya ji destê terorîstan axivîn.

Hêzên berxwedanê û hêzên artêşa Sûriyê sêşemiya bihurî 13 Kanûnê bajarê Helebê piştî pênc salan ji destê terorîstan derxistin.

Wezîrên berevaniya Îranê û Rûsiyayê li vê gotûbêja xwe ya telifûnî ser pêwîstiya rakirina dorpêça ser bajarokên Fûê û Keferyayê li derûdora Idlibê û berxwedana gelê Sûriyê li hemberî terorîstan heta serketina tam destnîşan kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu