ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja Zerîf û Bogdanov li bara guhertinên navçeyê

Wezîrê karên derve yê Îranê û nûnerê serokomarê Rûsiyê li warê Rojhilata Navînê guhertinnê heî dawiyê yên navçeyê bi taybet mijara Sûriyê hilkolandin.

Li gorî rapora IRNAy`yê, cîgirê wezîrê kaerên derve û nûnerê serokomarê Rûsiyê li warê Rojhilata Navînê, Mîxaîl Bogdanov roja duşemiyê ligel wezîrê karên deve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li Têhranê hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Zerîf û Bogdanov li vê hevdîtinê li bara rewşa teze li dosyeya Sûriyê gotûbêj kirin û li ser dewama rawêjkariyan ji bo bidawîanîna şer û pevçûna li vî welatî pêgirî kirin.

Mîxaîl Bogdanov, nûnerê serokoamrê Rûsiyê li warê Rojhilata Navînê ji bo hevdîtin û gotûbêja ligel rayedarên wezareta karên derve ya Îranê li bara mijar û meseleyên girîng ên navçeya Rojhilata Navînê berê xw edaye Têhranê.

Bogdanov berî hevdîtina ligel Zerîf, tev Husêyn Cabirî Ensarî cîgirê erebî û ewropî yê wezîrê karên derve yê Îranê hevdîtin pêk anî û rêkarên çareserkirna qeyrana Sûriyê hilkoland. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu