Gotûbêja Zerîf û Fêysel Mêqdad li bara guhertinên Sûriyê li Têhranê

Wezîrê karên derve yê Îranê û alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê li bara guhertinên Sûriyê li Têhranê gotûbêj kirin.
Li gorî rapora Fars News`ê, Fêysel Mêqdad ku li ser vexwendina Hisên cabirê Ensarî cîgirê Zerîf li karên erebî û afrîqî û bi mebesta beşdariya li civîna komîteya siyasîê ya hevpar êvara yekşemiyê di serê taximekê hatiye Têhranê îro duşemiyê tev Zerîf hevdîtin kir û li bara guhertinên herî dawiyê li Sûriyê pêra axivî.
Fêysel Mêqdad piştî hevdîtina digel Zerîf dê tev Cabirî Ensarî hevdîtinê pêk bîne.
Beşdariya li civîna Komîsteya Siyasî ya Hevpar a Îran û Sûriyê ji bernameyên din ên Fêysel Mêqdad li sefera bo Têhranê ye ku damezirandina vê komîteyê li sefera vê dawiyê ya Cabirî Ensarî bo Şamê hatibû peendkirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).