ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja Zerîf û Lavrov li ser civîna aştiyê ya Astanê

Mihemed Cewad Zerîf û Sêrgêy Lavrov, wezîrên karên derve yên Îran û Rûsyayê, li gotûbêja bi riya têlêfonê, bernameya texmînbûyî ya li Astaneya Qezaqistanê, hilkolandin.

Li gorî rapora IRNA`yê, wezareta karên derve ya Rûsyayê, ragihand: Li gotûbêja bi riya têlêfornê ya roja duşemiyê di navbera Zerîf û Lavrov ku li ser daxwaza aliyê ûris bi cih hat, rewşa Sûriyê hat hilkolandin.

Li gorî bernameya ku hatiye ragihandin, gotûbêjên Astaneyê yên di navbera nûnerên dewletê û neyarên sûrî, wê 23`ê Çileyê bi beşdariya taximekê ji Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) dest pê bibe.

Ev gotûbêjên durojî di çarçoveya stratêjiya çareseriya siyasî ya qeyrana Sûriyê de, 20`ê Kanûnê li civîna wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyê li Moskovayê hat piştevanîkirin.

Daxuyaniya dawîn a civîna Moskovayê, şerrê dijî DAIŞ`ê û bereya El Nusre, vexwendina cîhanî ya  jibo hevkariya dijî terorîsmê, parastina yekperçetiya axê û yekperçetiya Sûriyê, redkirina rêbaza leşkerî ya jibo çareseriya qeyrana niha, cihhatina biryarnameya 2254`an a Konseya Ewlehiyê, alîkariya giştalî ya bo sûriyan, pêwîstiya cihhatina pergala derxistina azadane ya xelkê ji navçeyên pevçûnê û navçeyên di bin desthilata terorîstan de û herwiha piştevaniya ji li darxistina gotûbêjên sûrî- sûrî li Qezaqistanê digire ber xwe.

Astengîderxistina hin komên terorîst ên çekdar ên ku çend welatên dijî Sûriyê pişta wan digirin, bûye sedema sekinandina gotûbêjên aştiya Sûriyê li Jênêvayê ji heşt mehan beriya niha va û ji aliyê din va tevî vê yekê ku NY nekarî jibo ji nû ve destpêkirina van gotûbêjan, karekê bike, civîna Astaneyê hate plandarêştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu