AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja Zerîf û Matvînîko li bara peywendiyên duyalî, navçeyî û navneteweyî

Wezîrê karên dercve yê Îranê û seroka konseya federasiyona Rûsiyê (Sêna) li bara berfirekirina peywendiyên duyalî, navçeyî û navneteweyî û guhertinên herî dawiyê yên Iraq û Sûriyê li Têhranê hevdîtin û gotûbêj pêk anîn.

Li gorî rapora dayreya giştî ya dîplopmasiya mêdyayiya wezareta karên derve, Valêntîna Matvînîko seroka konseya federasiyona Rûsiyê (Sêna ku sefera Têhranê kiriye, îro anku duşemiyê digel Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ehvdîtin pêk anî û li bara berfireirina peywendiyên duyalî, alûgorên herî dawiyê yên Iraq û Sûrioyê, endamtiya Îranê li Komcivîna aborî ya ewrtasiyayê û Saziya Hevkariyên şanghayê û hilbiajrtina Amerîkayê gotûbêj kirin.

Zerîf û Matvînîko li vê hevdîtinê her viha tevî stratijîk zanîna du welatan li ser pêwîstiya berfirehkirna herî zêdetir a vê peywendiyê pêgirî kirin.

Li vê hevdîtinê her wiha li bara mijarên cûrbicûr ji an damezirandina komîsiyona hevpar a aboriyê ya du welatan, pêwîstiya hevkariyê ji bo amadekirina herî bilez a konvansiyona hiqûqî ya Deryaya Xezerê, çawaniya cihanîna têhgihîştinnamên pêkhatî di navebra serokoamrê du welatan, hevkariya li warê ênêrjî û avakirina korîdora bakur-Başûr gotûbêj kirin.

Endamtiya Îranê li Komcivîna aborî ya Ewrasiyayê û Saziya Hevkariya Şanghayê, hevkariya li warê geşepêdana geştyariyê û pêkanîna hêsankariyan li warê dayîna vîzayê û meşiyana ber bi rakirina vîzayê, şerê dijî têrorîsmê, hilkolandina rewşa herî dawiyê ya guhertinên Sûriye û Iraqê li şerê dijî DAIŞ`ê û hilbiajrtina Amerîkayê ji miajrên din ên gotûbêja du alioyan bû (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu