ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêjên girîng di navbera serokkomarên Îranê û Rûsiyayê

Hesen Rûhanî û Veladimîr Pûtîn serokkomarên Îranê û Rûsiyayê êvara îro sêşemê li koşka Kirimlînê civîneke giştalî û girîng li bara peywendiyên navbera du welatan û meselên girîng ên navnetewî pêk anîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Li çarçova sefera durojî ya Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê bo Rûsiyayê ku ser vexwendina fermî ya serokkomarê Rûsiyayê pêk hat, Veladimîr Pûtîn li kûşka Kirimlînê ji Hesen Rûhanî pêşwazî kir û paşê du aliyan civîneke giştalî û girîng li bara peywendiyên navbera du welatan û meselên girîng ên navnetewî pêk anîn.

Pûtîn li rêûrisma pêşwazîkirina ji Hesen Rûhanî destnîşan kir ku Îran cînarekî baş û şirîkekî arxayîn ji bo Rûsiyayê ye.

Serokkomarê Rûsiyayê herwisa destnîşan kir; Nêhrîna Moskovayê û Têhranê li babeta hemû gotûbêj û babetan wekî hevdu ye û hevkariyên navbera her du welatan jî gelek baş e û ji ber vê hevkariyê ye ku pirsgirêkên mezin ên navnetewî û abûrî hertim pê xebata du welatan çareser dibe.

Pûtîn bal kişande ser desthatên herî baş ên peywendiyên berfireh di navbera Têhran û Moskovayê û destnîşan kir; Niha bo nimûne danûistandinên ticarî di navbera Îran û Rûsiyayê sala 2016`an li bercî sala 2015`an sedî 70`ê zêde bûye.

Wî got: Ev desthata li rewşeke lihevaliyayî hatiye dest û hasila gotûbêjên bi xêr û feyde di navbera serokkomarên her du welatan bûye.

Rûhanî jî li vê hevdîtinê destnîşan kir; Peywendiyên navbera Moskova û Têhranê berfirehtir bûne û ev hekarî qet li dijî tu welatekê nînin.

Wî destnîşan kir; Peywendiyên navbera Îranê û Rûsiyayê li ser ewlehiya navçê bandoreke erênî heye û siyaseta her du welatan xurtkirina aşitî û ewlehiya navçê ye.

Serokkomarê Îranê hêviya xwe da diyarkirin ku li dewama van gotûbêjan pêngavên nû bona berfirehbûna peywendiyên navbera Moskova û Têhranê bên rakirin.

Rûhanî herwisa bal kişande ser berfirehbûna hevkariyên navbera Îran û Rûsiyayê li van salan û got: Her du welatan tecrubeyên baş li şerê dijî terorîzma navnetewî û qaçaxçiyan hene.

Başa dön tuşu