EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêjên Zerfî li kêleka Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê

Wezîrê karên derve yê Îranê li kêleka Konferansa Ewlehiyê ya Mûnîxê li Almanyayê digel serokwezîrê Iraqê, birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê û wezîrê karên derve yê Spanyayê hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja şemiyê di duyemîn roja amadebûna xwe li Konfêransa Ewlehiyê ya Mûnîxê û lê kêleka wê tev Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê hevdîtin pêk anî û li bara şerê dijî têrorîsmê û peywendiyên duyalî gotûbêj kir.

Zerîf her wiha digel Yokyo Amano birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê hevdîtin û gotûbêj kir. Mijara sereke ya vê hevdîtinê, gotûbêja li ser Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar û sozên aliyên lihevkirinê bûye.

Alfonso Dastîs wezîrê karên derve yê Spanyayê jî li kêleka lidarxistina Konferansa Ewlehiyê ya Mûnîxê digel wezîrê karên derve yê Îranê ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Wezîrê karên derve yê Îranê di dewama avn hevdîtinan da roja îniyê digel Sêrgêyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê jî hevdîtin kiribû. Du aliyan li vê hevdîtinê li bara peywendiyên duyalî û rewşa Sûriyê û li ser mijara gotûbêjên vê dawiyê li bajarê Astaneya Qezaqistanê gotûbêj kirin.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja îniyê ji bo beşdariya li pêncî û sêyemîn dora Kobnferansa Ewlehiyê ya Munîxê gihîşte bajarê Monîxê ku navenda parêzgeha Bayêrna Almanyayê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu