ÎranNûçeRojhilatanavin

Kemalvendî: Bila Ewropa zextê bîne ser Amerîkayê ku sozên xwe bi cih bîne

Berdevkê Rêxitina Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê, Bêhrûz Kemalvendî li hevpeyivîna bi IRIB Newsê ra bal kişande ser weşandina rapora nû ya Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê li bara sozdariya Îranê derheq Lihevkirina Navokî û got: “Li gorî kiryarên Azmerîkayê yên li dijî Lihevkirina Navokî, lzim e ku ewropî zextên pêwîst bînin ser Amerîkarê ku li ser sozên xwe yên derheq Lihevkirina Navokî bimîne”.

Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê roja Pêncşemiyê bi raporekê bo cara dehem ragihand ku çalakiyên navokî yên Îranê tam li gorî Lihevkirina Navokî ne.

Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê (Brîtanya, Amerîka, Rûsiye, Çîn, Franse, Inglîs û Almanya) nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar ji meha Çileya sala 2016an va ketiye ser riya cihanînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu