FilistînNûçeRojhilatanavin

Greva birsîbûnê ya êxsîrên filistînî di zîndanên Rêjîma Sîyonîst da îro ket roja sêzdan

Êxsîrên filistînî ji 17`ê Nîsanê va wekî Roja Êxsîrên Filistînî, greva birsîbûnê bi durişma “ azad û rûmet“ bi nîşana nerazîbûna li hemberî sîyaset û kiryarên nijadperestane yên Rêjîma Sîyonîst destpê kirin.

Li gorî rapora çavkanîyên nûçan, komîteya ragihandinê ya greva birsîbûnê ya êxsîrên filistînî ragihand, 13 roj ji greva birsîbûnê ya êxsîran derbas dibin û ev girtî hela jî berxwedana xwe li hemberî serkutkarîyên hêzên ewlehîyê yên Rêjîma Sîtonîst didomînin.

Li serkutkarîya herî dawîyê ya sîyonîstan dijî êxsîrên ketine greva birsîbûnê, hêzên ewlehîyê yên zîndana Durûrê çend caran êrişî odeyên takekesî yên êxsîrên filistînî kirin.

Greva birsîbûnê ya êxsîrên filistînî di zîndanên Rêjîma Sîyonîst da pêrgî piştgirîya gellek miletên welatên curbicur bûye û sazîyên navnetewî jî ji Rêjîma Sîyonîst xwestin ku bersiva daxwazên girtîyan bide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu