NûçeRojhilatanavinSûriye

Grûpa têrorîst a Sultan Silêman Şah li Efrînê 1000 dolarî wekî bac ji her welatiyekî distîne

Li bajarokê Şiyê û çend gundên wê li herêma Efrînê li bakura Sûrîyê têrorîstên Koma Sultan Silêman Şah hezar dolarî wekî bac li ser her welatiyekî ferz kirîye.

Li gorî rapora rêxistina mafê mirovan li Efrînê, fermandarê grûpa têrorîst a Sultan Silêman Şahê, Ebû Mihemed Emşe, bi şêweyên curbicur bacên zorane li ser nişteciyên bajarokê Şiyê yê Efrînê ferz dike û zor û sitemeke mezin li wan dike.

Roja 26ê vê mehê, fermandarê grûpa Sultan Silêman Şahê xelkê bajarokê Şiyê civandin û 1000 dolar li ser her kesekî ferz kir.

Di heman rojê de, fermandarê heman grûpê xelkê her sê gundên Xelîl, Çeqela û Qermitliq jî civandin û heman bac li ser wan ferz kir.

Ji gundê Qermitliq 36 kes hatibûn civandin û ew bac li ser wan hatibû ferzkirin.

Heman grûpa Sultan Silêman Şahê baca ji sedî 7 bi navê zekata zeytê li ser xelkê Şiyê û gundên wê deverê ferz kiriye.

Hema roja 26`ê vê mehê, çekdarekî grûpa Sultan Silêman Şahê bi tundî li welatiyê bi navê Ibrahîm Emîn Şêx Omer daye. Welatiyê navborî ku xelkê Şiyê ye bi sedema giraniya birînên wî ji bo nexweşxaneya Cindirêsê hatiye veguhestin.

Devera Şiyê, ji bilî bajarokê Şiyê bi xwe, 15 gundan li xwe digire û hejmara nişteciyên wê berî êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên têrorîst, 30 hezar kes bû. Niha li bajarokê Şiyê, nêzî 3000 Kurd û 1500 erebên hawirde niştecî ne.

Başa dön tuşu