IraqNûçeRojhilatanavin

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê sê serkirdeyên xwe îdam kir

Bingehekî agehdar li parêzgeha Nêynewayê ragihand ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê sê serkirdeyên xwe bi tawana revîna ji meydanên şêr li aliyê çepêye bajarê Mûsilê  îdam kir.

Hatiye ragihandin kesên ku DAIŞ`ê ewna îdamkirine, Ebû Telhe El Şamî, Hesen El-Qehtanî û Ebû Qutade El-Iraqî bûn.

Herwisa hatiye ragihandin ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê destê du zarokên iraqî jî qut kir.

Hatiye ragihandin ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li ber çavên dê-bavên wan destên van du zarokan birrî.

Terorîstên DAIŞ`ê ragihandine ku van du zarokan pîşiya gullebarankirina du kesan ku ji bo wan hukmê îdamê derketibûye girtin loma destên wan hatine jêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu