NûçeRojhilatanavinSûriye

Grûpek din ji terorîstan ji rojavaya Helebê hatine derxistin

Grûpa sisyan a terorîstan li çarçîva rêketina di navbera dewleta Sûriyê û grûpên çekdar yên neyarê dewleta Şamê, ji rojhilata Helebê hatine derxistin.

Li gor rapora ajnsa nûçan a Al-Alamê, Her çend xebat tê kirin ku terorîstên nav Helebê ji rojavaya vî bajarî jî bêne derxistin lê ji ber rêketina di navbera dewleta Sûriyê û grûpên çekdar yên neyarê dewleta Şamê, heta niha sê grûp ji çekdarên neyarê dewleta Şamê û xelkê sivîl yên dorpêç bûyî ji navçên Fûe û Keferyayê hatine derxistin.

Eva li halekê ye ku grûpa çekdar a Ehrarul-Şamê pîşiya otobûsên ku xelkê ji Fûe û Keferyayê dertêxin manê û berbendan çê dikin.

Artêşa Sûriyê ragihand ku bi derxistina komên têrorîst ji çeperên wan li rojhilata Helebê, ev bajar piştî pênc salan bi tamî ji bin kontrola têrorîstan hat derxistin.

Hin rapor jî qala hebûna pevçûnên perate li Helebê dikin. Lê çavkaniyên agah li Sûriyê ragihandin ku heta çend saetên din bi paqijkirina tam a vî bajarî ji destê têrorîstan, ev dever dê wek devera ewleh bê ragihandin.

Her viha li pey têkçûna komên têrorîst li Helebê, endamên van koman hevdu bi sûcê xiyanetê tawanbar kirin û bi vî awayî dewra teze ya nakokî û şerpezetiya têrorîstan dest pê bûye.

Di hefteyên vê dawiyê da ku têrorîst tûşî têkçûnên giran li Helebê hatibûn, piştgirên wan bi lidarxistina civînên cûrbicûr hewil dan ku opêrasiyona artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê li rojhilata Helebê bidin rawestandin, lê van kiryaran nekarî rê li ber têkçûna têrorîstan li Helebê bigire û wan bi matmayî têkçûnan xwe li Helebê dîtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu