AsyaNûçeRojhilatanavin

Grûpek ji hêza hewayî ya Erebistanê derbasî Tirkiyê bû

Grûpek ji hêza hewayî ya Erebistanê, roja yekşemiyê (îro) bona beşdariya li meşqa hevpar a çekdariyê tev Tirkiyê, derbasî vî welatî bû.

Rojnama erebistanî ya Ekazê ragihand ku grûpek ji hêza hewayî ya Erebistana Siûdî, bona beşdariya li meşqa hevpar a tev Tirkiyê, ser navê Serketina Anatoliya 4`an a 2016`an, derbasî balafirgeha bajarê Qonyaya Tirkiyê bû.

Eva li halekê ye ku yekîneyên ji hêzên çekdar ên deryayî û bejahî yên Erebistanê bona beşdariya li meşqa EFES 2016`an, berî niha derbasî bajarên Enqere û Izmîrê bibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu