İslami Davet Kurdi Bange İslami

Guhertina helwêstên welatên rojavayî li bara Sûriyê bi azadkirina Helebê

Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê li hevpeyivîna digel rojnameya inglîzî ya Sunday Telegraph`ê got: Serketina artêşê li parêzgeha Helebê li bakûrê Sûriyê dê bibe sebeb ku welatên rojavayî helwêstên xwe li bara Sûriyê biguherînin.

Welîd Muelimî destnîşan kir: Welatên rojavayî hertim li ser wêdadayîna Beşar Esed serokomarê Sûriyê pêgiriyê dikin.

Bajarê Helebê û derdora wî bajarî di heyama du hefteyên dawiyê da qada pevçûnên giran di navbera artêşa Sûriyê û komên têrorîst bû.

Li vî halî hinek nûçeyan hejmara goriyên ji ber êrîşa bi topên hawanê ya têrorîstan li ser malên xelkê li bajarê Helebê du kuştî û heft birîndar ragihandin.

Ev êrîş duh anku yekşemiyê qewimî. Komên têrorîst li heyama 5 salên buhurî da bi piştevaniya giştalî ya welatên rojavayî li Sûriyê amade ne û piraniya deverên vî welatî nearam kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version