NûçeRojhilatanavinSûriye

Guhestina terorîstan ji Sûriyê bo welatên din

Bi alîkariya artêşa Emerîkayê piraniya komên terorîstî ku li Sûriyê işkest xwarine, tên guhestin bo hin meqerên taybet li Erebistan û Îmaratê.

 Li gorî rapora îro ya rojnama El-Minarê çapa Qudsê, komîteyeke îmaratî-erebistanî, yaçavdêrê van terorîstan, erkdariya  dayîna  miaşên  zêde bo wan û pergalkirina  van komana bi çek û sîlehan dike.

Ev komên terorîstî li çarçoveya  planên  wehabî-tekfîrî ku bi armanca lihevxistina aramî û ewlehiya welatên erebî û lawazkirina  artêşa van welatana  pêk hatiye, bi hevkariya  kirêgirtiyên navxweyî, tên şandin bo welatên erebî.

Çavkaniyên taybet eşkere kirin ku  komên terorîstî bi piştgiriya aborî ya Erebistan û Îmaratê li hin welatên  erebî tên pergalkirin.

Pêştir jî Erebistan û Îmarat , komên  terorîstî ji bo pêşdebirina  armancên kirêt, sepandina  siyasetên  bi kîn û zexta ser welatên mîna  Kuweyt, Urdin û welatên din  bi kar anîne.

Nizama  serdest li Îmarat û Erebistanê ku xwe li nava  welatên  navçê tenê dibîne gihêştine vê encamê ku nikarin plana emerîkî ya nasiyar bi danûstandina sedsalê li welatên  erebî cih bînin, loma lê digerin rewşa van welatana li hev xînin.

Başa dön tuşu