IraqNûçeRojhilatanavin

Gule berdan mala endamekî polîtburoya YNKê

Ji aliyê çend çekdarekên nenas ve gule li mala endamekî polîtburoya YNKê hate kirin û yek ji zîrevanên wî jî birîndar bû.

Îro 12.05.2019ê çapemeniya fermî ya YNKê birîndarbûna Pêşmergeyekî malbenda Kerkûkê ya YNKê di bûyerekî gule berdanê ya li gundê Elawe Mehmûd a ser bi qeza Dubisê ragehand. Çavkaniyekî fermî ya ewlehiya Kerkûkê ragehand, şeva borî çend kesekên nenas ku guman heye xelkê navçeyê bin, gule li mala endamê polîtburoya YNKê Rifet Ebdula berdane û Pêşmergeyekî zîrevanê malê yê bi navê Hewas Hacî Elî Mihemed birîndar bûye.

Heman çavkaniyê diyar kir, piştî 16ê cotmehê, Rifet Ebdula kêmtir serdana wê mala xwe ya li gundê sînorê Dubisê kiriye û dema gule jî berdane malê, ew li mal nebûye.

Başa dön tuşu