ÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Îranê li hember biryarnama xwetêkilkir a Meclisa Nûneran a Amerîkayê

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, li berteka li hember pejirîna biryarnama xwetêkilkir a Meclisa Nûneran a Amerîkayê li bara hin aloziyên li îranê, got: Biryarnama xwetêkilkir a Meclisa Nûneran a Amerîkayê, mijarek e ku nayê qebûlkirin.

Meclisa Nûneran a Amerîkayê roja sêşemiyê roja sêşeiyê bi êdiaya piştevanioya ji azadiya axiftinê, bona piştevaniya ji alozîçêkerên li Îranê, biryarnameyek pejirand, li vê biryarnamê ji dewleta Amerîkayê hatiye xwestin, boykotên biarmanc û civînên awarte li Konseya Ewlehiyê û Konseya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên yekgirtî, dijî Îranê bi kar bîne.

Behram Qasimî, roja çarşemiyê ji bilî şermezarkirina biryarnama Meclisa Nûneran a Amerîkayê, bal kişahnd ser pêvajoya neberaqil, dûrî mantiqê û berovajî qanûnên navneteweyî yên dewleta Amerîkayê bona xwetêkilkirina li karûbarên navxweyî yên welatên din û herwiha got: Kiryarên wek pejirandina vê biryarnamê û axiftin û livûtevgerên bi dijminatî yên dewleta Amerîkayê dijî gelê Îranê, siyaseteka şikestxwerî ye.

Qasimî destnîşan kir: Biryarên dubarebûyî nemûş siyasî yên wiha, rastiya rejîma xwetêkilkir  a Amerîkayê nîşan didin ku li deheyên buhurî, gelê mezin ê Îranê bi caran şahidê wan bûye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, destnîşan kir: Dewleta Amerîkayê ji aliyekê li kareka bi dûrûtî û bi qêrîna dirûşmeyên derew, îdia dikin ku  piştgîriyê didin gelê Îranê û ji aliyekî din va bi sepandina boykotên zalimane, qedexekirina ketina welatiyên îranî nav wî welatî û serederiyên din ên nerxêrxaz, gelê Îranê tawanbar dike.

Qasimî destnîşan kir: Divê rayedarên amerîkî hîn bibin ku gelê Îranê bi hûrî  li ser siyasetên wiha û istandardên newekhev û bi dijminatî yên dijî welatê xwe ji aliyê Amerîkayê ve, çavdêriyê dikin û eger pêwîst be û li dema pêwîst, wê bersiveka guncav bidine van cure bêtivdîriyan.

Başa dön tuşu