FilistînNûçeRojhilatanavin

Gulleavêtina ber bi utobosa bajaroknişînên siyonîst li Qudsê

Piştî şehadeta cewanekî Filistînî li Ramullahê êvara duh pêncşemê utobosa bajaroknişînên siyonîst li Bêytulmuqedesê kete ber êrişên têkoşerên filistînî.

Li gor Nûçen SAHAR TV yê ji zarê rapora navenda agehdarî gihandina Filistînê, Piştî şehadeta cewanekî Filistînî li Ramullahê êvara duh pêncşemê utobûsa bajaroknişînên siyonîst li navça Wadî Erebe li Bêytulmuqedesê kete ber hedefa êrişên xebatkarên filistînî û piştî vê rûdawê eskerên siyonîstî ev navça xistine mehsera xwe û li dû sebebkarên vê gullehbaranê geryan.

Hatiye ragihandin ku li vê rûdawê kes nehatiye kuştin lê xisareteke zav li utobosa siyonîstan ketiye.

Ciwanê filistînî bi navê Malik Ehmed Hamid ê 21 salî bi derba serbazên israîlî li navça Ewfera li Ramelahê li rexê rojavaya çemê Urdinê hatibû şehîdkirinê.

Mêdyayên israîlî idia kirin vî xortê filistînî li nêzîkî bajarokê Ewfera li Ramelahê li rexê rojavaya çemê Urdinê pê li 2 eskerên sîyonîst kir, yek ji wan kuşt û yek jî birîndar bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu