CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Gullereşandin ber Qesra Sipî

Li gorî rapora Xinhua’yê, Hêzên servîsa nihênî ya Amerîkayê roja Duşemiyê gulle berdan ser kesekî li nêzikî Koşka Sipî.

Li gorî vê raporê ev kes demek piştî ku Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê berê xwe bide sefera bo derve, ketibû navçeya qedexe li bakurê Koşka Sipî.

Hêzên servîsa nihênî ya Amerîkayê beriya gulleavêtinê ew hişyar kiribûn.

Pênaseya vî kesî heta niha ji aliyê Polîs va nehatiye diyarkirin.

Ev rapor di rewşekê de tê weşandin ku vê dawiyê kesekî xwe gihande peyarêka pêşberî Koşka Sipî li Waşîngtonê û piştre xwe şewitand.

Başa dön tuşu