FilistînNûçeRojhilatanavin

Peyama yekîneyên El Qesam bo bajaroknişînan; Serokên Têlavîvê derewan li we dikin

Baska leşkerî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), li peyamekê xitabî bajaroknişînên Siyonîst, ragihand: Îdiaya serokên vê rejîmê ya li mijara kavilkirina tonêlan, derew e.

Rejîma Siyonîst vê dazwiyê îdia kir ku êriş biriye ser yek ji tûnêlên mêhwera Berxwedanê li Zîvala Gazê û li dû wê manovreka berfireh a mêdyayî cih anî.

Li gorî rapora roja şemiyê ya Ajansa nûçeyan a FARS`ê, gordanên El Qesam, baska leşkerî ya HAMAS`ê, li peyamekê ya bi zimanê Ibrî, pêgîrî kir: Rejîma Siyonîst hin îdia raber kirine ta ku morala bajaroknişînan jorda bibe lê wê li dahatiyê kivş bibe ku agahiyên ku hatine weşandin, derew in.

Gordanên El Qesam, ragihandin: Îdiaya Rejîma Siyonîst, têkildarî tûnêlên ku ji şerrê sala 2014`an şûnda nayên bi karanîn bûye ku ji wê demê wirda, qet nehatine bi karanîn.

Baska leşkerî ya Tevgera HAMAS`ê li vê peyamê pêgîrî kir: Mêhwera Berxwedana Filistînê amade ye ku bersiva her cure êrişa Rejîma Siyonîst bide .

Tevgera HAMAS`ê li şerrê 50 rojî yê Zîvala Gazê di sala 2014`an de, bi bikaranîna komtûnêlan, hin êrişên serketî ser bargehên leşkerên îsraîlî yên nêzîkî Zîvala Gazê cih anî bi awayekî ku Artêşa Rejîma Siyonîst piştî bi dawîanîna vê şerrê, bi caran ji xwe mukur hatiye ku komên Berxwedana Filistînê bişiyan e.

Başa dön tuşu