EwropaNûçe

Gumanbarê êrişa Berlînê hate kuştin

Gumanbarê êrişa Berlînê Anîs Amrî li bajarê Mîlanoya Îtalyayê ji aliyê polêsan hate kuştin.

Gumanbarê tûnûsî Anîs Amrî ku bi TIRê êrişî bazara Nolê ya li Berlînê kiribû û di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 48 kes jî birîndar bûbûn, li bajarê Mîlano ya Îtalyayê hate kuştin. Çavkaniyek ji ewlekariyê di axaftina xwe ya Reutersê de amaje kir ku, derbarê kuştina Amir de Wezareta Karên Navxweyî dê daxuyaniyekê bide.

Wezîrê Karên Navxweyî ya Îtalyayê Marco Minitti bi rêya civîneke çapemeniyê kuştina gumanbarê êrişa Berlînê Amrî piştrast kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu