IraqNûçeRojhilatanavin

Gundiyên rizgarbûne kêfxweşiya xwe diyar dikin

Lîwaya 91 a Artêşa Iraqê li rojhilatê navçeya Geyareyê 5 gund kontrol kirin.

Peyamnêrê Rûdawê Helkeft Ezîz ragihand, li eniya Geyareyê Lîwaya 91 a Artêşa Iraqê ji demjimêr 09.00ê sibê heta 15.00ê êvarî gundên Xalidiye, Xebat, Makok, Selahiye û Bînawêranê kontrol kir.

Hêzên Artêşa Iraqê di çaremîn roja operasyona Mûsilê de, îro danê sibê berê xwe dabûne 6 gundên başûr û rojhilatê Mûsilê.

Artêşa Iraqê duh jî gundê Kanî Heramî kontrol kiribû.

Niştecihên ji herêmn hatin kontrolkirin dibêjin çekdarên DAIŞê gellek tişt li ser wan ferz kiribûn û heger ya wan nekiriban ew dikuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu