Gurdanên Ehlê Heqê: Emerîka û Îsraîl hegera êrişa hewayî ser hêzên Heşda Şebî
Gurdanên Ehlê Heqê yên Iraqê raghandin ku Emerîka û Îsraîl sebebkarê êrişa hewayî ser hêzên Heşda Şebî li sînorê navbera Iraq û Sûriyê ne.
Li gorî rapora kanala lubnanî ya Meyadînê, gurdanên Ehlê Heqê yên Iraqê îro sêşemiyê bal kişandin ser vê yekê ku balefirên sebebkarê êrişa ser hêzên Heşda Şebî, emerîkî yan îsraîlî bûn û destnîşan kir êrişa hewayî ser hêzên iraqî û sûrî li navçên sînorî yên her du welatan êrişa ser van hêzan bû ku li halê rawestana li ber komên terorîstî bûn.
Gurdanên Ehlê Heqê destnîşan kirin ku êrişa ser hêzên iraqî ku bi awayekî li Sûriyê de bûn, piştgiriya sebebkarên vê êrişê ji komên terorîstî diselimîne.
Gurdanên Ehlê Heqê destnîşan kirin destnîşan kir: Ji bo dabînkirina ewlehiya sînorên Iraq û Sûriyê, divê dewleta Iraqê tivdîrên pêkan ji bo peydakirina sebebkarê vê cinayetê di demlidest berçav bigre.
Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê raghand ku yekşemiyê şevê, balefireke emerîkî meqera tîpên 45 û 46 a vê rêxistinê ku erkdariya berevaniya ji hêla sînorî b Sûriyê re dike bi du mûşekên kontroldar da ber êrişan ku li encama wê 22 kes hatin kuştin û 12 kesên din birîndar bûn.