NûçeRojhilatanavinSûriye

Guterres: Komîteya destûra Sûrîyê ava bû

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dîyar kir ku li Sûrîyê komîteya ku destûrê binivîse hatiye avakirin.

Guterres ji rojnamevanan re dîyar kir ku komîte dê di rojên pêş de li Cenevrê kom bibe.

Herwiha Guteres da zanîn ku avabûna komîteya destûrê divê destpêka peyvajoya sîyasî ya Sûrîyê be.

Sekreterê Giştî ser alîkarîya bo avakirina komîteya destûrê spasîya Îran, Rûsya û Tirkiyê kir.

Avabûna komîteya destûra Sûrîyê di şerê navxweyî ya Sûrîyê de ku bi qasî 8 sal in didome, wek gaveke girîng tê dîtin.

Ligor zanyariyan 150 kes di komîteya destûra Sûriyê da cî digirin û 2 encamên Ecûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî beşdarî wê komîteyê bûne.

Herwiha nûnerên partiyên kurd li bakura Sûriyê jî dixwazin di nava wê komîteyê da cî bigirin.

Başa dön tuşu