NûçeCîhanEwropa

Guterres: Rewşa Ukraynayê her ku diçe xirabtir dibe

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li civaka navneteweyî kir ku bi hev re tevbigerin da ku li Ukraynayê hawîrdora aştiyê ava bikin.

Guterres beşdarî konferansa bi sernavê “Piştgiriya bi gelê Ukraynayê re” ku li Parîs a Fransa li ser înternetê hat lidarxistin bû. Guterres spasiya xwe ji Fransa û Ukraynayê re anî ziman ku ji bo piştgirîkirina berxwedana sivîlên li Ukraynayê ev konferans li dar xistin, diyar kir ku şerê ku li Ukraynayê berdewam dike dramayek însanî ya hovane ye. Guterres diyar kir ku li Ûkraynayê roj bi roj û her ku diçe germahiya hewayê xerabtir dibe û diyar kir ku kesên mexdûrên şer di şert û mercên zivistanê yên dijwar de berdêlên giran didin. Guterres bal kişand ser vê yekê ku gelê Ukraynayê di gihandina xurek, av û xizmetên din ên bingehîn de pirsgirêkên wan hene û destnîşan kir ku di encama êrîşên hewayî yên Rûsyayê de gelek tesîsên pergala veguhestina elektrîkê li gelek deverên welêt zirar dîtine.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bal kişande ser wê yekê ku sîstema veguhestina elektrîkê ya Ukraynayê zirar dîtiye û got: 10 milyon xerîdar di nav wan de malbat, kargeh, nexweşxane û dibistan bê elektrîk mane û bi milyonan kes jî av û germê qut bûne.

Di dema ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî dilgiraniya xwe ya ji krîza Ukraynayê anî ziman, li hemberî krîza 8 salan a li Yemenê tu bertek nîşan neda û gavên cidî neavêt. Yemen di encama şerê ku Erebistana Siûdî li dijî vî welatî dimeşîne, rûbirûyê herî mezin karesata mirovî ya sedsala nû ye.

Başa dön tuşu