CîhanEwropaFilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Guterres: Wêrankirina malên Filistîniyan neqanûnî ye

Sekreterê giştî yê NY António Guterres derheq wêrankirina malên filistîniyan ji aliyê rejîma siyonîstî dilgiraniya xwe diyar kir û got: Siyaseta Îsraîlê ji bo jinavbirina mal û heyiya filistîniyan bi ti qanûneke navneteweyî re rê nakeve.

Rejîma Îsraîlê ji roja duşemê ve nêzîkî 100 malên filistîniyan li devera Wadî El-Hemes ya başûra rojhilata Qudsê wêran kirine, ji bo ku dewsa filistîniyan cihû û siyonîstan bi cih bike.

Artêşa rejîma Îsraîlê filistîniyan bi darê zorê ji malên wan dertêxin û dûzerên vê rejîmê jî bidû re malên filistîniyan wêran dikin. Ev kiryara rejîma Îsraîlê rastî bertekên tund ên navneteweyî hatiye ku yek ji wan bertekan ji aliyê Sekreterê giştî yê NY bûye. Guterres wêrankirina malên filistîniyan ji aliyê rejîma siyonîstî sebeba çûbûna fukarlên kûr ji cîhanê re daye zanîn.

Rejîma Îsraîlê bi salan e ku bi alîkarî û piştgiriya Amerîkayê daxwaz û qanûnên navneteweyî têxe bin lingên xwe û ji bo çêkirina bajarokên siyonîstî mal û warên filistîniyan wêran dike.

Başa dön tuşu