CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Xerazî: Rola Îranê li navçeyê pêkanîna ewlehiyê ye

Serokê Konseya Stratijîk a Pêwendiyên Derveyî yên Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê rola pêkanîna ewlehî û aramiyê li navçeyê heye, li halekî ku hin welatêîn ku welatên hêzxurt ên seranavçeyî pişta wan digirin, rola wan pêkanîna nearamiyê ye.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Serokê Konseya Stratijîk a Pêwendiyên Derveyî yên Îranê, Seyd Kemal Xerazî li axaftinekê li binyata lêkolîna almanî ya Korberê derbarê rola navçeyî ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Qeyranin girantir ji bo navçeya hestyar a Rojhilata Navînê ku Ewropa cînarê wê ye, tên pêşbînîkirin.

Serokê Konseya Stratijîk a Pêwendiyên Derveyî yên Îranê got: Dewleta niha ya Amerîkayê tevî wajokirina Lihevkirina girîng a navneteweyî ya Atomî û piştrastbûna wê li Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) ku dikare roleka girîng li aramî  ûtenahiya navçeyê hebe, ji vê lihevkriinê derketiye û welatên navçeyê hanî şer û pevçûnê dide.

Xerazî bi bîr xist: Heke Ewropa neakre berjewendiyên Îranê li çarçova Lihevkirina Atomî dabîn bike, hegerek ji bo mayîna Îranê li Lihevkirina Atomî namîne û ev mijar dikare qeyranên navçeyê gurr bike ku bêgumnan dê li ser ewlehiya Ewropayê jî bandorê bike.

Başa dön tuşu