NûçeÎranIraqRojhilatanavin

Hackeran wêneyê şehîd Qasim Sulêymanî li ser malperên siyonîst belav kirin

Grûpeke haker a Îraqî çend malperên bazirganî yên Rejîma Siyonîst hak kirin û wêneyê şehîd Qasim Silêmanî û sirûda rêxistina Heşda Şeibî belav kirin.

Çavkaniyên siyonîstî li mehên derbasbûyî raporên curbicur li ser êrişên sîberî li dijî kompaniyên sereke li navçên dagirbûyî belav kirin.

Duh grûpeke haker a Îraqî ya bi navê El-Tahire, malperên 3 kompanyayên Siyonîst ji dest wan negirt û di rûpela yekem de wêneyê Fermandarê Hêza Qudsê, şehîd Qasim Silêmanî û herwiha sirûda Heşda Şeibî belav kir.

Malpera rojnama siyonîst Yediot Aharanot ev êrişa hakeran piştrast kir û nivîsand ku gurûpa el-Tahîre çend meh berê malpera rêxistina firokexaneya siyonîst seqet kir.

Bi vî awayî malper û serverên hikûmî yên Rejîma Siyonîst bo cara duyem dibin armanca êrişên sîberî yên Iraqê.

Meha borî, çavkaniyên medyayî yên Îraqî êrîşeke sîberî ya mezin li dijî sîstemên xebitandinê, çavdêrên kontrolê û serverên metroya Tel Avîvê ragihandin, ku piştre derketibû holê ku ew êrîş li dijî şîrketeke Îsraîlî ye ku berpirsê avakirina trênên sivik ên bajarî û metroyeke çalak e.

Pêştir jî gurûpa “Sharpboys” bi 200 agahî û karta krediyê bi êrîşeke sîberî ya bi “malware” êrişî cihên geştiyarî yên Siyonîst kiribû.

Başa dön tuşu