IraqNûçeRojhilatanavin

Hadî Amêrî bi Seyd Emar Hekîm re li Bexdayê hevdîtin pêk anî

Serokê tevgera Hikmeta Netewî ya Iraqê, roja îniyê bi serokê Hevalbendiya Fethê re hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, Seyd Emar Hekîm, serokê Tevgera Hikmeta Netewî ya Iraqê, îniyê bi Hadî Amêrî, serokê hevalbendiya Fethê re li Besdayê hevdîtin pêk anî.

Seyd Emar Hekîm, li vê hevdîtinê ji dewleta Iraqê xwest, zûtir xwestekên qanûnî yên xwenîşanderên li parêzgeha Besrê û çend parêzgehên din ku dixwestin rewşa xizmetguzariyan û karû xebatê baştir bibe û gendelî ji nav here, pêk bînin. Wî li ser vê yekê pêgîrî kir ku tim li rex xwenîşanderan e û xwestekên wan ji heq in û destnîşan kir: Xwenîşandanên ku li parêzgehên Iraqê pêk tên dibin sedem ku pêkhatina dewleta xizmetguzar di serê hemî karan da be û komên siyasî jî bona lezandina pêkanîna dewetê berpirsyar bin.

Xelkê bajarê Besrê ji roja Yekşemiya vê heftiyê ve bona nîşandayîna nerizamendiya li hember rewşa nebaş a xizmetguzariyan û nebûna kar û xebatê li parêzgeha Besrê, xwenîşandaneka berfire li dar xistine û ev xwenîşandan li bajarên din ên Iraqê jî pêk hatin.

Li gorî rapora malpera Tevgera Hikmeta Netewî, Seyd emar Hekîm, herwiha dixweze ku gotûbêjên ji bo gihîştina li hevalbendiyên baş berdewam bibin û  berjewendiyên giştî ji berjewendiyên kesane seratir bibin. Li vê hevdîtinê herwiha alûgorên siyasî û ewlehiyê yên li Iraqê hatin hilkolandin.

Başa dön tuşu