IraqNûçeRojhilatanavin

Hadî Amirî, bi balyozên 19 welatên cîhanê ra derbarê qeyrana avî ya pêkhatî li vî welatî gotûbêj kir

Li gorî rapora Fars News`ê, Hadî Amirî, Serokê Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê û Sikritirê gişt ê Saziya Bedrê ya vî welatî bi balyozên 19 welatên cîhanê ra derbarê qeyrana avî ya pêkhatî li vî welatî gotûbêj kir.

Kêmbûna berbiçav a ava çemê Dicleyê li dû destpêkirina tijîkirina Bendava Elîsoya Tirkiyê bûye sebeb ku qeyrana kêmbûna avê li Iraqê zêdetir ji berê were hestkirin. Ev mijar tûşî nerazîtiyên tund ên gelanî û kesayetiyên siyasî yên Iraqê bûye heta wê radeyê ku biryar hat dayînê ku parlimana Iraqê civîneka awarte li vî warî da pêk bîne.

Li gorî nivîsîna malpera Şefeq Newsê, Li gorî daxûyaniya Ofîsa ragihandinê ya hevpeymaniya Fethê, Amirî bi balyozên van welatan ra derbarê qeyrana niha ya avê li Iraqê ji ber Bendava Elîsoya Tirkiyê pêk hatiye gotûbêj kir û ji civata navneteweyî xwest da ku helwêsteka ciddî û rasteqîn derheq Tirkiyê û karên wî welatî li Iraqê bigire ber xwe.

Li gorî vê raporê balyozên welatên Japon, Amerîka, Brîtanya, Rûsiye, Çîn, Îtalya, Birizîl, Awstralya, Fransa, Swêd, Holanda, Sirbistan, Niyozîlend, Vinêzoêla, Romanya, Krowasî, Bolgaristan û Kanadayê li ofîsa Amirî hazir bûn.

Başa dön tuşu