IraqNûçeRojhilatanavin

Hadî Amirî : Di van nêzîkan de endamên kabîneyê temam dibin

Serokê Hevpeymaniya Fetîh Hadî Amirî axivî û got di van demên nêzîk de wê endamên kabîneya hikûmetê bê temam kirin.

Îro Serokê Hevpeymaniya Fetîh Hadî Amirî axivî. Amirî derbarê hilbijartina wezîrên kabîneya Adil Ebdulmehdî aşkere kir ku di van demên nêzîk da wê wezîrên din ê hikûmetê jî bêne hilbijartin. Herwisa anî ziman ku ew rewşa aniha berê jî li Iraqê rû daye û di sala 2010an de hikûmet bêyî ku kabîneya wê temmam bibe serdema wê jî xilas bûye.

Herî dawî parlementoya Iraqê di 24/ 12/ 2018 deng li du wezîrên din ê kabîneya Adil Ebdûlmehî dabû. Parlementoyê kandîdê wezîrê bergiriyê red kiribû. Heta aniha wezîrê navxwe û bergirî û dadê nehatine hilbijartin.

Başa dön tuşu