IraqNûçeRojhilatanavin

Bi dehan endamên DAIŞ`ê li parêzgeha Neynewaya Iraqê hatin kuştin

Balefirên cengê yên Iraqê du navendên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li parêzgeha Neynewayê bombebaran kirin ku li encama wê 25 endamên DAIŞ`ê hatin kuştin.

  Li gorî rapora IRNA`yê, wezareta berevaniyê ya Iraqê ragihand ku balefirên cengê yên Iraqê roja şemiyê du navendên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li navça El-Cemaliyê li bakurê rojavaya Mûsilê û gundê El-Ebrê li bajarê Teleferê li rojava  parêzgeha Neynewayê dan ber êrişêan ku li encama wê hejmareke din ji terorîstan hatin kuştin.

Raid Şakir Cewdet, fermandê polîsê federal ê Iraqê jî roja şemiyê got: Hejmareke zêde ji Hêzên alîkariyê gihêştine başûrê Mûsilê û hêzên hanê jibo beşdariya li qonaxa dawiyê ya operasyona azadkirina rojava Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê tam amade ne.

Hêzên artêşa Iraqê her wiha roja şemiyê li başûrê bajarê Mûsilê balefireke bêfirokevan a DAIŞ`ê xistin xwarê.

Terorîst niha li beşa rojavaya bajarê Mûsilê cih bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu