ÎranNûçeRojhilatanavin

“Hakimên Behrêyn û Sûdî bi xiyaneta li Filistînê pêngav danîne nav hezekê”

Merasîma nimêja Cejna pîroz a Remezanê (Fitr) bi amadebûna bi hezaran kesî ji çîn û qatên cûrbicûr ên xelkê li nimêjgeha Îmam Xumênî (RE) ya Têhranê û bi pêşnimêjiya Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî hat lidarxistin.

Li gorî rapora Navenda ragihandinê ya Ofîsa Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, di roja Cejna Pîroz a Remezanê (Fitr), cejna bendetiyê de, gelê bawermend ê Îrana Îslamî bi nîşana şukra jibo mehekê rojîgirtin û îbadeta li pêşberî Xwedayê teala nimêj kirin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî di xutbeyên nimêja Cejna pîroz a Remezanê (Fitr) de tevî pêgiriya li ser vêya ku pîlana nasyar bi “danûstandina Sedsalê” dê nema serê xwe bigire, got: “Hakimên Behrêynê bi lawazî, bêşiyanî û morala xwe ya dijî gel û îslamê mazûvanî û amadekariya civînekê kirine; Ewna û hakimên Siûdî divê bizanin ku pêngav li çi hezekekê danîne.

Şîroveya tam a gotinên Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî di Merasîma nimêja Cejna pîroz a Remezanê (Fitr) de dê piştre were belavkirin.

Başa dön tuşu