ÎranNûçeRojhilatanavin

Bersiva Îranê li bo îdiayên pûç ên wezîrê karên derve yê Îmaratê

Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê, Behram Qasimî roja yekşemiyê li bara gotinên Ebdullah Bin Zayid Alê Nehyan wezîrê karên derve yê Îmaratê li Civata Giştî ya NY gotinên dubare û bêbingeh ên wî red kirin û destnîşan kir ku Ebûzebiyê li salên buhurî dewsa alîkariya bo kêmkirina aloziyan, hewil daye ku nakokî û qelaşên heyî hîn kûrtir bibin û riya şerxwaziyê domandiye.

Qasimî got ku hewldana wezîrê karên derve yê Îmaratê ji bo xwexelaskirin û tawanbarkirina  yên din bi nearamkirina rewşa navçê li halekî pêk tê ku Ebûzebiyê li salên buhurî dev ji rola xwe ya sunetî ya muhafizekarane ser qazanca xwedêrolên tundrê û şerxwaz ên navçê berdaye.

Qasimî got ku  Komara Îslamî ya Îranê hertim ser vê bawerê bûye ku tiştê ku navçe xistiye nav pirsgirêk û karsatên giran siyaseta piştgiriya ji terorîzma tekfîrî bûye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku giravên sêgane yên îranî ji wan beşên cidanebûyî yên Komara Îslamî ya Îranê ne û tekez kir ku dubarekirina  îdiayên pûç rastiyên dîrokî naguhere.

Qasimî her wiha  ser pêwîstiya meşandina siyasetên rastbînane û li dijî tundûtûjî û terorîsmê ji aliyê welatên navçê sekinî û  wezîrê karên derve yê Îmaratê  bi rastbînî û xwedûrkirina ji  tawanên pûç û bêbingeh şîret kir.

Wezîrê  karên derve yê Îmaratê êvara şemiyê li axiftina xwe li Civata Giştî ya NY, Îran wek  hegera bêewlehtiya li navçê da zanîn û got ku bila Îran bi awayê xwebexş giravên sêgane vegerîne Îmaratê neku welatî wî dê li dadgeha navneteweyî li dijî Îranê dozê veke. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu