FilistînNûçeRojhilatanavin

HAMAS: Armanca me naguhere, em teslîmî Amerîkayê nabin

Serokê Hamasê Îsmaîl Heniye ku ji aliyê Amerîkayê ve ketibû nav lîsteya terorê ragihand, ew dê xwe radestî Amerîkayê nekin û got, “Dê armanca me neguhere. Em dê bi gavên ewle bimeşin.”

Heniye bersiva biryara Wezareta Darayî ya Amerîkayê ku ew xistiye nav ‘lîsteya terora gerdunî’ da û got, dê siyaset û helwesta wan neguhere û bi biryara paytext nasîna Qudsê bo Îsraîlê jî armancên wan naguherîn.

Heniye bi bîr xist ku ew dê digel her tiştî girêdayî berxwedana xwe bin û destnîşan kir, “Em dê qet teslîm nebin û destûrê nedin ev peyman were cîbicîkirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu