NûçeFilistînRojhilatanavin

HAMAS: Avakirina bajarokan a siyonîst şerê rasterast bi Filistînê re ye

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê bal kişand ser vê yekê ku zêdekirina bajaroknişînên Rejîma Siyonîst şerekî rasterast bi ax û gelê Filistînê re ye.

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) Hazim Qasim di axaftina xwe de diyar kir ku tevgera Hemas zêdekirina dagirkeriya li ser ax û miletê Filistînê qebûl nake.

Berdevkê Hemasê diyar kir ku berdewamiya avakirina bajarokan meşrûiyetê nade Rejîma Siyonîst û avahiya wê ya Filistînê têk nade û ev rejîm guh nade qanûn û raporên navneteweyî yên ku van êrîşan red dikin.

Endamê Yekîneya Siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) û Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Navdewletî ya Tevgera Hemasê Mûsa Ebû Merzuk got ku tevgera Hemasê dixwaze di asta fermî û gelan de bi welatên erebî û îslamî re peywendiyan pêş bixe.

Ebû Merzuk di hevpeyvînekê de ligel Navenda Ragihandinê ya Filistînê got ku tevgera Hemasê ti carî destwerdana karûbarên navxweyî yên hinekên din nekiriye, li dijî yek blokê cih nagire, dijminatiya ti aliyekî li herêmê nake, ew yekem û sereke ye. Dijminê siyonîst îşgalker e û kumpasa wê jî Quds e.

Başa dön tuşu