Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) tevî hişyariya bo siyonîstan derbarê dewama destdirêjiya ser Mizgefta Eqsayê ji filistîniyan xwest ku bila bi awayekî xurt û bihêz û hertim herin nav vê mizgefê.
Muhemed Hemade, Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê li bajarê Qudsê, daxwaza beşdariya filistîniyan a berfireh û hertimî li hewşên Mizgefta Eqsayê kir û destnîşan kir: Em rewşeke hestyar
derbas dikin, rewşa ku jê re seferberiya hemî filistîniyan pêwîst e. Amadebûna berfireh û dayimî li yekim qibleya misilmana erka her filsitîniyekî ye. Ev amadebûn, pêşiya dewama destdirêjiyên dagirkirên siyonîst ser Beytulmuqedes û Mizgefta Eqsayê digire.
Berdevkê Hamas’ê li Qudsê tevî teqeziya ser pêwîstiya yekperçetiya hewldanên gelê Filistînê û piştgiriya wan ji Berxwedanê, Rejîma Siyonîst, berpirsa her cure reftara kirêt derheq Quds û Mizgefta Eqsayê da zanî û got hemî çîn û qatên gelê Filistînê piştgiriya rêya berxwedanê dikin.