ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê alîkariya welatên rojavayî bo Koma Terorîst a Minafiqan rexne kir

Alîkarê pişka hiqûqî û navnetewî ya wezareta karên derve ya Îranê, alîkariyên Amerîkayê û hin welatên ewrûpî bo Koma Terorîst a Minafiqan rexne kir.

Xulamhisên Dêhqanî, roja Çarşemiyê li civîna fermandê hêza intizamî ya Îranê bi balyoz, kardar û nûnerên  rêxistinên navnetewî yên li Têhranê re got: “Amerîka û hin welatên ewrûpî alîkariya komeka terorîst dikin ku 17 hezar welatiyên îranî teror kirine û ji bo kombûna li ber Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) îznê didine wan ku eva bê edaletî ye”.

Dêhqanî herwiha bal kişand ser şerrê Îranê dijî komên terorîst li Iraq û Sûriyê û herwiha got: “Tevî kiryar û xizmetên ku Îranê li şerrê dijî terorîsmê raberî welatên curbicur kirine, Komara îslamî ya Îranê bi piştgîriya ji terorîsmê re tawanbar dikin û her bi vê mihaneyê boykot dikin”.

Alîkarê pişka hiqûqî û navnetewî ya wezareta karên derve ya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku ewlehiya Îranê li çil salên buhurî ji ber hevdengnebûna siyasetên Têhranê bi siyasetên hin hêzxurtên navçê, hertim bûye armanc û destnîşan kir: “Piştgîriya ji Sedam, dîktatorê îdambûyî yê Iraqê li şerrê heştsalî yê Iraqê dijî Îranê, sepandina boykotên aborî û piştgîriya ji komên dijî Înqilabê, çend mînakên dijayetiya hêzxurtan li hember Îranê ne”.

Dêhqanî herwiha bi nîşandayîna rola bibandor a Îranê li sekinîna li hember qaçaxa madeyên narkotîk di çil salên buhurî de, herwiha got: “Hêza intizamî ya Îranê di sala buhurî de (sala 2017`an ), 785 ton madeyên narkotîk zevt kir û eva li halekî ye ku hin welat bi awayekî giştalî pişta kom û bandên qaçaxa madeyên narkotîk digirin”.

Başa dön tuşu