CîhanNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana xelkê Telavîvê bona protestokirina qanûna teqawûtbûnê

Hejmarek ji xelkê Telavîvê bona protestokirina qanûna teqawûtbûnê ya Îsraîlê, nêzîkî cihê jiyana Benyamîn Netanyahû, serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li Qudsa dagirbûyî xwenîşandan bi rê xistin.

 Li gorî rapora ISNA`yê, kanala  heftan a Rejîma Siyonîstî roja înê raghand ku  xwenîşandana xelkê Telavîvê li Qudsa dagirbûyî, bû sedema rawestana hat û çûyîna  li kolanên  edrdora  cihê jiyan a Nêtanyahû û eskerên siyonîst li  navçê bi cih bûn.

Hejmarek ji rêxistinên nedewletî bona zêdekirina mafê teqawûtbûnê, hin nerazîbûn bi rê xistin û xwenîşanderan riyên derdora meqera serokwezîriyê girêdan. Her wiha hin xwenîşandan li Quds û Heyfayê hat lidarxistin.

Parlemana  Rejîma Siyonîstî, Kenest  hin xalên  reşnivîsa qanûan zêdekirina  mafê teqawutbûnê qebûl nekiriye û ev mesela bûey sedema nerazîtiya xelkê erdên dagirbûyî.

Pêştir jî bi hezaran kes ji xelkê Filistîna dagibûyî li Telavîvê bona protestokirina  gendeliya aborî ya Binyamîn Netanyahû û malbata wî xwenîaşndan bi rê xistin.

Netanyahû li mehên buhurî bi caran têkildarî dosiyên  curbicure  aborî ket ber jêpirsiyê.

Başa dön tuşu