FilistînNûçeRojhilatanavin

Hamas: Gava ku em hemû rastiyan ragihînin hemû cîhan wê matmayî bimîne

Baskê çekdar ê Hamasê Lîwayên Îzettîn El Qassam daxuyand ku ew ê ji bo rizgarkirina Filîstiniyên girtî yên di girtîgehên Îsraîlê de ‘hemû rastiyan’ ragihînin.

Di daxuyaniya Lîwayên Îzettîn El Qassam de hat gotin “gava ku em di demeke guncaw de ji bo azadkirina dîlan hemû rastiyan daxuyinîn wê hemû cîhan, gelê me û dîlên me matmayî bimînin.”

Di daxuyaniyê de hat dest nîşan kirin ku Îsraîl ji teqeskirineke nû ya dîlan direve û hat gotin “Îsraîl bi bangewaziyê sixte gelê xwe dixapîne. Ev rev wê tu sûdê nede Îsraîlê û dem wê hîç ne li aliyê wê.” Her wiha di daxuyaniyê hi bo girtiyên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de jî hat gotin “Îsraîl teqez wê berdêlê bide û hemû Filîstin wê kêfxweş bibe.” Di navbera Hamas û Îsraîlê de bi peymana guherandinê ya 18ê Cotmeha 2011a di sala 2006a de li hemberî leşkerê Îsraîlê yê bi navê Gilad Şalit hezar û 27 Filîstînî serbest hatibû berdan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu