ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Îranê reftara rayedarên emerîkî sedema pûçbûna îdiayên Emerîkayê û nîşana dijmiantiya li hemberî xelkê Îranê da zanîn

Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê roja yekşemiyê li hevdîtina ligel îraniyan û bijareyên îranî yên niştecihê du eyaletên  Bayrên û Badin Wortimbergê yên Almanyayê, bal kişand ser fermana  Donald Trump serokkomarê Emerîkayê derheq  sînordarbûna  derbasbûna  welatiyên heft welatên cîhanê ji wan Îranê bo axa welatê hanê û got : Xelkê Îranê bi rawestan û berxwedana  xwe nîşan dane ku  gefan qebûl nakin.

Zerîf bal kişand ser cih û şûn û giringiya  îraniyên  rûniştiyê Almanyayê û destnîşan kir: Erka nuneartiyên Îranê li derveyî welêt, berevaniya ji mafên îraniyan û piştgiriya ji karsaz û pisporên îranî li çarçêva  berfirehkirina  hevkariyên aborî û zanistî ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir: Hewldan divê li warê kişandina bala sermayedaneran jibo xebitandina sermaya wan, guhestina  teknolojiyê û li çarçêva  alîkariya bo pêkanîna derfetên kar û şuxil û baştirkirina  rewşa jiyan û debara xelkê bin.

Wezîrê karên derve yê Îranê roja  înîyê, 17 Sibatê bi armanca  beşdariya li 53`emîn civîna  ewlehiyê ya Monîxê  sefera Almanyayê kir.

Civîna  ewlehiyê ya Monîxê roja yekşemiyê bi dawî hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu