FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

HAMAS: Komara Îslamî ya Îranê hertim ale Filistînê bû yê

Nûnerê tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê(HAMAS) li Lubnanê roja îniyê teqez kir:Piştî pêbendnebûna endamên Rêketina Navokî ser berpirsiyariyên xwe, biryara Îranê li bara wê nîşana wêrektiyê ye.

 Ehmed Ebdulhadî li gotûbêja bi IRNA`yê re got: Biryara din a Îranê li rojên buhurî mîna  terorîst binavkirina  eskerên emerîkî li navçê jî nîşana  wêrektî û  xwebaweriya  Îranê li hember Emerîkayê ye. Nûnerê Hamasê li Lubnanê teqez kir: Ev biryara Îranê nîşana  heqaniyeta Komara Îslamî ya Îranê ye.

  Ebdulhadî her wiha biryarên dewleta Emerîkayê li bara nasandina Qudsê wek paytexta Îsraîlê û bifermînaskirina hakimiyeta vê rejîmê ser Golana  dagibûyî bêerziş da zanîn.

 Nûnerê tevgera berxwedana  Îslamî ya Filistînê( Hamas) li Lubnanê ser bersiva vebirr a berxwedanê bo destdirêjiyên Rejîma Siyonîstî û ser stratejiya bombebarana li hember bombebaranê û xwîn li hember xwînê teqez kir.

Başa dön tuşu