IraqNûçeRojhilatanavin

Falih Feyaz: Heşdi Şebî xebata xwe li opêrasiyona azadkirna Mûsilê dest pê kiriye

Fatih Feyaz li kêleka civîna Konseya Bilind a Civata Cîhanî ya Hişiyariya Îslamî ji nûçegihanê IRNA`yê ra got: Hêzên Heşdi Şebî ji hêzên sereke yên opêrasiyona rizgarkirina Mûsilê ne.

Rawêjkarê ewlehiya neteweyiya Iraqê herwiha got: El Heşdi Şeibî bi awayekî diyarkirî li bereya rojavayiya Mûsilê bi cih bûne û piştevaniya bereyên din jî dikin.

Falih Feyêz destnîşan kir kir hzêên Heşdi Şebî ji hêzên herî girîng û bibandor li opêrasiyona azadkirina Mûsilê ne û li navbera 3 heta 4 kîlomitriya Mûsilê bi cih bûne.

Wî bal kişande ser pêşdaçûna hêzên iraqî li opêrasiyona azadkirina Mûsilê û got: Pêşdaçûna li bereyên cûrbicûr heta ji bernameyên ji pêş darêştî jî lezgîntir e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu