CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin

HAMAS: Xwenîşanadana Mafê Vegerê dê heta rakirina dorpêça ser Xezzê were domandin

Alîkarê serokê nivîsgeha sîyasî ya Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) pêgirî li ser domandina xwenîşandana Mafê Vegerê ya gelê Filistînê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê, Xelîl Heyye alîkarê serokê nivîsgeha sîyasî ya HAMAS`ê îro got ku filistînî heta têkçûna plana Amerîkayê ya bi navê “bazarîya sedsalê“ û herwiha rakirina dorpêça ser Zîvala Xezzê dê xwenîşandana mezin a Mafê Vegerê bidomînin.

Niştecihên Zîvala Xezzê ji 30`yê Adarê ve hevgavê salvegera Roja Erdê meşek ser navê Mafê Vegerê li devera sînorî ya di navbera Xezzê û Erdên Dagirbûyî de li dar dixin ku di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser wan de heta niha 120 filistînî şehîd û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Yehya Sinwar serokê polîtboroya HAMAS`ê li Xezzê jî berî vîya li hevpeyvîna digel kanala nûçan a Al Mayadeen`ê pêgirî kir ku gelê Filistînê bi berçavgirtina rewşa niha, istiratêjîya berxwedana gelanî û bizava biaştî girtîye ber xwe lê eva nayê wateya wêdadayîna bijareyên din.

Başa dön tuşu