HAMAS xwenîşandeneke gelanî ya berfireh li zîvala Gazayê li dar xist

Li gorî rapora El-Alamê, nûcienên filistînî li halekî ku kincên eskerî li xwe kiribûn bi awayekî berfireh tevlî xwenîşandanekê bûn ku ser deweta tevgera Hamsê hat lidarxistin û hin slogan jibo piştgiriya ji berevanên mizgevta El-Eqsayê dan û desdirêjiya Rejîma siyonîstî ser vê mizgevtê şermezar kirin.
Beşdarên vê xwenîşandanê, hin palakard girtibûn destê xwe û Beytulmuqedes weke paytexta xwe ya hetahetayî zanîn û daxwaza pêkanîna yekitiya neteweyî li Filistînê û darêştina plan û bernaman bo derketina hemberî komployên Îsraîlê li siyonîstkirina Qudsê kirin.
Xwenîşanderan her wiha ji welatên ereb û îslamî xwestin ku berpirsiayriyên xwe li hember destdirêjiya rejîma dagirkir a Îsraîlê ser nirxên pîroz ên Îslamî qebûl bikin.
Hevgav Fethî Îmad endamê nivîsgeha siyasî ya tevgera Hamasê, işksta Îsraîlê li warê bidestxistina kontrola mizgevta El-Ewsayê weke armancekê jibo lidarxistina vê xwenîşandanê zanî û got: Hewldana filsitîniyên rûniştiyê erdên dagirbûyî yên 1948an , kêleka rojava ya çemê Urdinê û zîvala Gazayê jibo piştgiriya ji vê mizgevtê, hegera işksta plana siyonîstan jibo bidestxistina kontrola vê navenda pîroz e.
Fethî Îmad destnîşan kir: Filistînîyan bi vê yekitiyê nîşanî gelên ereb û misilan dan ku berxwedan dikare dagirkiran işkest bide û ji erdê Filistînê derxîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)