FilistînNûçeRojhilatanavin

HAMAS: Yekitî û yekperçetiya filistîniyan bona dijberiya li hember Danûstandina Sedsalê

Cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) got: Filitîniyan helwesteke hevgirtî bona dijberiya li hember plana emerîkî ya Danûstandina Sedsalê hene.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filistîn`ê, Salih El-Arûrî, cîgirê serokê nivîsgeha  siyasî ya  Hamasê roja yekşemiyê piştî hevdîtina bi Nebîh Bêrî, serokê meclisa nûneran a Lubnanê li Beyrûtê destnîşan kir: “Yekitî û yekperçetiya  filistîniyan bona dijberiya li hember Danûstandina Sedsalê, tevî hemî hewldanên cihhatî, dê  işksta vê planê garantî bike”.

  El-Arûrî her wiha  ser dijberiya li hemebr niştecîkirina filistîniyan li Lubnanê û destkişandina wan ji heqê dîrokî û neteweyî ay wxe li vegeryana  bo welatê xwe teqez kir.

 Biryar e Behreyn rojên 25 û 26 Hezîranê mazûvanê civîna aborî wek yekim pêngav li çarçoveya cihanîna  Danûstandina Sedsalê be.

 Li gorî plana  emerîkî ya Danûstandina Sedsalê, Qudsa Şerîf radestî Rejîma  Siyonîstî dibe. Awareyên filistînî li welatên din, mafê vegeryanê tinebin û Filistînê bi tenê dê xwedaniya erdên mayî yên  kêleka  rojava ya çemê Urdinê û Zîvala Xezeyê hebe.

Başa dön tuşu