ÎranNûçeRojhilatanavin

Rezayî: Karîna Îranê li warê mûşekan dibe berbend ser riya êrişa Amerîka û Îsraîlê ser Îranê

Sekreterê giştî yê Diyarkirina Xêrûkara Nizama Komara Îslamî ya Îranê dibêje, piştî kutabûna şerê Iraqê li dij Îranê, Amerîkayê du caran û Îsraîlê jî 3 caran biryar dabûn ku êrişî Îranê bikin, lê hêz û karîna Îranê ya parastinê bûye sedema van êrişan.

Sekreterê giştî yê Diyarkirina Xêrûkara Nizama Komara Îslamî ya Îranê Muhsin Rezayîşeva çûyî li hevpeyvîneke televîziyonî li berteka li hemberî nama vê dawiyê ya Amerîkayê û 3 welatên ewropî ji bo Sekreterê giştî yê Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) got: Ez çav riya nûçeyeke wiha bûm, çûnku amerîkiyan bernameyek li dij me amade kirine ku mesela navokî gava wê ya yekem bû û mesela mûşekî gava dudiyan e û paşê dixwazin dest daynin ser mesela mafê mirovan û aqubet kêm kêm dixwazin Sipahê Pasdaran bêxin nav minaqişeyê.

Li nûçeyên herî nû Amerîka, Brîtanya, Almanya û Fransayê bi şandina namekê ji bo Ban Kî Mûn Sek. giştî yê NY û ji bo sefîrê Îtsalyayê li NY Roman Obarzon Marçêsî re şandin û têda îda kirin ku Îranê bi cerbandina mûşekê Balistîkî ya vê dawiyê li pratîkê de biyarnama 2231 ya Konseya Ewlekariyê ya NY binpê kiriye.

Rezayî got ku Îranê niha pareke mezin ji berevanî û parastina xwe li pêşxistina hêza xwe ya mûşekî dibîne û niha mûşek bûye qaweteke pêşîgirtina li ber şer û êrişan e . Ew lê digerin vê hêzê ji me bistînin, eger jî nekarin ew dixebitin karekê bikin ku li berhemanîna mûşekan me heya astekê paşda bêxin da ku bi xwe hêza sereke li navçê de bibin. (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu