AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna Karzanan a Komîsiyona Hevpar a Lihevkirina Atomî li Têhranê dest pê bû

Civîna karzanan a Komîsiyona Hevpar a Lihevkirina Atomî bi beşdariya desteya Komara Îslamî ya Îranê û desteyên welatên Koma 4+1ê (Almanya, Rûsiye, Fransa, Inglîs û Çîn) li Têhranê dest pê bû.

Li gorî rapora ISNAyê, Bo cara yekem piştî Lihevkirina Atomî ya Îranê digel Koma 5+1ê nasyar bi “Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar”, civîna karzaniyê ya Komîsiyona Hevpar a Lihevkirina Atomî li Îranê dê were lidarxistin.

Dawîn civîna karnasiyê navbera Îranê û Kopma 4+1ê du heftiyan beriya niha û piştî civîna cîgirên wezîrên karên derve yên Îranê û Koma 4+1ê li Viyena paytexta Otrîşê hat lidarxistin.

Armanca sereke ya vê civînê, dewama hebûna Lihevkirina Atomî bêyî Amerîkayê ye ku berjewendiyên aborî yên Têhranê ji aliyê îmzekerên din ên Lihevkirina Atomî va were misogerkirin.

Biryar e li gorî biryara Komîsiyona Hevpar a Lihevkirina Atomî û daxwaza Têhranê ji bo lidarxistina civîna wezîrên karên derve, li vê civînê demek ji bo civîna wezîrên karên derve yên Îranê û Koma 4+1ê were diyarkirin.

Piştî biryara Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ya ya 8ê Gulana 2018an a derketina ji Lihevkirina Atomî ya navbera Îranê û Koma 5+1ê ya nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar û hilêxistina tawanên bêbingeh li dijî Îranê û ragihandina vegeriyana boykotên navokî di heyama ji sê heta 6 mehên tê da, gotûbêjên welatên ewropî digel Îranê ji bo parastina Lihevkirina Atomî dest pê bûn.

Li vî warî da wezîrên karên derve û heyitiyê yên Inglîs, Fransa û Almanyayê bi şandina nameyan bo Amerîkayê li ser soza welatên xwe ji bo parastina Lihevkirina Atomî pêgirî kirine.

Li vê nameya hevpar ku ji aliyê Fêdêrîka Mogirîniya berpirsa siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê va hatiye wajokirin, wezîrên ewropî ji dewleta Amerîkayê xwestine ku wê desteya kompaniyên ewropî ku piştî cihanîna Lihevkirina Atomî sermiyana xwe birinen Îranê, nexe bin boykotên xwe.

Başa dön tuşu